Şandeke Bereya Aştî û Azadiyê ligel Lavrov û Bogdanov civiya

Şandeke Bereya Aştî û Azadiyê ligel Lavrov û Bogdanov civiya

PDK-S: Şandeke Bereya Aştî û Azadiyê bi serokatiya Ehmed Elcerba û endamtiya Siûd Elmela û Dawûd Dawûd bi cuda li gel Sêrgî Lavrov wezîrê derve yê Rûsya , û Mîxaîl Bogdanov şandiyê serokê Rûsya yê taybet bo Rojhilata Navîn civiya.

Di civînê de, ku roja Înê 05 . 11. 2021, li Mosko paytexta Rûsya hate li darxistin, nerîn derbarê pêşveçûnên Sûriyê hatine guhartin, û tekezî li ser pêşvebirna doseya siyasî ya Sûriyê li gorî biryara Encûmenê Ewlehiya Navdewletî hate kirin, ewjî di çarçoveya avakirina desteyeke rasteqîne.

Alyê Rûsî tekezî li ser piştevaniya serweriya Sûriyê, û yekparçeya xaka Sûriyê kir, û tekezî li ser wê çendê kir ku dive rewşa mirovî li Sûriyê were çareserkirin, û Sûriyê careke din dubare ava bibe.

Di civîna li gel Mîxaîl Bogdanov re jimareyek mijar hatine gotûbêjkirin, û rawêjî derbarê gelek doseyan hate kirin.