Mihemed Ismaîl civînek li gel kadirên ragihandina PDK-Sê encam da
PDK-S: Berpirsê birêvebir yê polîtbîroya Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê civînek li gel kadir û mediyekarên ragihandina PDK-Sê encam da û tekezî li ser rola ragihandinê di gihandina rastiyan ji bo raya giştî kir.
Li Herêma Kurdistanê Mihemed Ismaîl berpirsê birêvebir yê polîtbîroya PDK-Sê civînek li gel kadir û mediyakarên ragihandina Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê civiya.
Di civînê de behsa pêşhateyên dawiyê li deverê bi giştî û li Rojavayê Kurdistanê bi taybetî hate kirin.
Serkirdeyê PDK-Sê Mihemed Ismaîl daxwaz ji mediyakarên di ragihandna PDK-Sê de kar dikin, ku bi berpirsyaretî kar bikin da ku xizmeta gelê kurd li Sûriyê bikin û tekezî li ser rola ragihandinê di gihandina rastiyan de ji bo raya giştî kir.