Kesayeta Niştîmanî hac Mihemed Ebdo koça dawî kir

Kesayeta Niştîmanî hac Mihemed Ebdo koça dawî kir

PDK-S: Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê kesayetiyeke niştîma çû ber dilovaniya xwedê , û koça dawî kir.

Duh Yekşemê kesayetiya niştîmanî Hecî Muhemed Hemo ku bi bavê Ibramîn naskirî ye di temenê Heftê salî de li gundê Mam Erebo yê devera Efrînê koça dawî kir.

Hemo bi helwêstên xwe yê wêrek û berevaniyê di ber Doza Kurdî de naskirî bû , û pabendî rêbaza Kurdayetiyê bû ta dawîn rojên jiyana xwe , û rêbaza pîroz di dil û hişê zarokên xwe de jî çand .

Hemo demeke dirêj ji temenê xwe li bajarê Izazê derbas kir .

Hacî Muhemed Hemo jidayikbûyê gundê Mam Erebo yê Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye.