Xwecehiya Girkê Legê ya ENKSê civînek lidar xist
PDK-S: Encûmena xwecehiya Girkê Legê ya ENKSê civîna xwe ya asayî lidarxist û têde jimareyek mijarên derbarî rewşa kurdî li Rojavayê Kurdistanê û dawîn pêşhateyên wê gengeşekir.
Roja Înê 10. 12. 2021, encûmena xwecehiya Girkê Legê ya ENKSê civînek bi serokatiya Ebdulkerîm Mihemed endamê polîtbîroya PDK-Sê û bi beşdariya piraniya endaman li baregeha xwe lidarxist.
Civîn ji aliyê Ebdulkerîm Mihemed ve hate birêve birin , têde rewşa rêxistinê û dawîn pêşhate û rewşa Rojavayê Kurdistanê bi giştî û binpêkirinên komên çekdar dermafê kurdan li hersê navçeyên kurdî Serê Kaniyê , Girê Spî û Efrîn hatin gengeşekirin, herweha behsa amadekariyên kongirê ENKSê ya ku biryare di zûtirîn wexit de were lidaxistin hate kirin .