ENKSê li gel balyozê Emerîka yê nû li Sûriyê Masyo Biyoral civiya

ENKSê li gel balyozê Emerîka yê nû li Sûriyê Masyo Biyoral civiya

PDK-S: Serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê daxuyaniyek derbarê civîna xwe li gel balyozê nû yê Emerîka belavkir.

ENKSê di daxuyaniya xwede got, ku roja Pênşemê 16. 12. 2021, serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê di rêya vîdîyo onlayn ve li gel Masyo Biyoral balyozê nû yê Emerîka li Sûriyê , û Dêvêd Birawniştayn balyozê berê yê Emerîka li Sûriyê civiya.

Di civînê de şanda Emerîkî tekezî li ser giringiya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê û rola wê di piroseya siyasiya Sûriyê de kir, û Emerîka piştevaniya danûstandinên kurdî kurdî , û çareserkirina nakokiyan navbera ENKSê û PYNKê de dike.

Herweha ENKSê got, ku di civînê de dawîn pêşveçûnên navçeyên kurdî û bakûrê rojhilatê Sûriyê û rêyn pêşkêşkirina alîkariyan bo gelê Sûriyê hatine gotûbêjkirin.

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê di civînê tekezî li ser giringiya danûstandinên kurdî û gehiştin bi rêkeftinekê, ku helwêsta kurdî bike yek, û ewlehiyê li navçeyê berqerar bibe dike.