13 sal li ser koçadawiya xebatkar Mihemed Nezîr Mustefa derbas dibin

13 sal li ser koçadawiya xebatkar Mihemed Nezîr Mustefa derbas dibin

PDK-S: Îro 13 sal li ser koçadawiya xebatkar û tekoşer Mihemed Nezîr Mustefa, sekreterê berê yê Partiya demqrata Kurd li Sûriyê Elpartî ku niha bi PDK-Sê tê naskirin re derbas dibin.

Xebatkar Mihemed Nezîr Mustefa, yek ji stûnên tevgera kurdî l Rojavayê Kurdistanê ye, ji Dêrika Rojavayê Kurdistanê ye sala 1939an jî dayîk bûye, bi koka xwe ji malbateke welatparêz û kurperwer e, ji malbata Elî Yûnis, fermadar û şoreşgerên şoreşa Sason li Bakurê Kurdistanê ye.

Sala 1958an de, wate piştî damezrandina yekem partî bi salekê, tevlî partî bû, di şaxên partî kar û xebat kir ta gihişt komîta Navendî, piştre di yekem kongir de wate piştî kongira yekbûnê, li herêma Kurdistanê 1972an de bû endamê polîtbîroyê.

Di tebaxa 1973an de, bi hejmaek hevalên xwe di serkirdayetiya Partî de, ji ber helwesta wan di redkirina projeya kembera erebî hatin zîndanîkirin, ta 1981ê de di zîndanên man. Piştî ji zîndanê derket ji karê rêxistinî bi dûr ket, lê dema emîdarê giştî yê Parî Kemal Ehmed şehîd bû, hewl hatin kirin ku vegerînin nav karê rêxistinî, di kongira 8an de weke sekreterê komîta navendî hate hilbijartin, di ya nehan de, bû serkreterê giştî yê partî, her di kongira dehan de jî weke sekreter hate hilbijartin.

Xebatkar Mihemed Nezîr Mustefa yekemîn xwendakarên kurd bû ku ji kolêja mafnasiyê derçûye, karê xwe jî weke parêzer berdewam kir û bi destpakî û dilsoziya xwe navdar bû, her şêwrek hebe parêzerên kurd xwe lê digirtin û ji wan re bûbû lêveger

Di sala 2006an de, tûşî nexweşiya penceşêrê bû, bi fermana serok Mesûd barzanî ji bo Fransayê hate şandin da ku çareserî jê re were kirin, piştî vegeriya jî dîsa ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve guhdana û şopandina rewşa wî dihat kirin.

Piştî dîrokek tejî kar, xebat û danûstandineke li ser bingeha rewşt û reftarên baş û hezkirinê bi rêheval, dost û kesûkarên xwe re, di 22ê Beçileya 2008an de çû ber dilovaniya Xwdê, bi beşdarbûneke mezin ji şêniyên Rojavayê Kurdistanê bi xakê hate spartin, bi koçadawiya Mihemed Nezîr Mistefa bizava rêzgarîxwaza kurdî stûnek derda û ji dest da, lê pencemora wî û rol û xebata wî yên bi tîpên zêrîn hatine nivîsdadin her zînd dimînin nifşek pê nifşekê re berdewam dike.