Malbateke Sûrî ji 4 endaman pêk tê li Başûrê Lubnanê xeniqîn

Malbateke Sûrî  ji 4 endaman pêk tê li Başûrê Lubnanê xeniqîn

PDK-S: Li Lubnanê malbateke Sûrî, ku ji 4 endaman pêk tê Îro Duşemê 03. 01. 2022, xenqîn.

Li gorî jêderên ragihandinê, ku malbateke ji penaberên Sûriyê ji 4 endaman pêk tê li gundê Elwaste li başûrê Lubnanê di encama bîna komirê de xenqîn û jiyana xwe ji dest dan.

Eve heyama çend salane û penaberên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê gelek caran rastî bûyerên xenqandinê û jiyan ji destdanê di encama bîna komirê û yên Neftê û xazê de tên.