ENKSê kiryarên li dijî rojnamevan û karê rojnamegeriyê şermezar kirin

ENKSê kiryarên li dijî rojnamevan û karê rojnamegeriyê şermezar kirin

PDK-S: Encûmana Niştîmanî Kurdî li Sûriyê ENKSê daxuyaniyek derbarê revandina her yek ji nûceghanê malpera Yekîtî Mîdiya û ARK T.V ji aliyê milîsên PYDê ve blav kir û têde ev kiryarên hovene ji aliyê milîsên PYDê ve şermezarkir.

Di daxuyaniyê de ENKSê got ku di 05 Sibata 2022ê de karê tora medyayî ya Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê hate rawestandin, ku ev yek weku tekeziyeke li ser dijatiya pirensîpên azadiya derbirandinê û nerînê dike û belgeyeke li ser nerastiya wê ji vekirina rê li pêş rojnamevanan û dezgehên ragihandinê ji bo kar bikin li deverên di bin kontrola wê de .

Her di daxuyaniyê de ENKSê behsa girtina mediyakar Bawer Mela Ehmed nûçeghanê malpera Yekîtî Mîdiya û desteserkirina telîfûnên wî û yên hevjîna wî herweha girtina nûçeghanê ARKê Sebrî Fexrî di heman şevê de û birina wan ji bo cihekî nediyar herweha girtina nivîsgehên Kurdistan 24 û armanckirina nivîsgeha Rûdawê li Qamişlo kir .

ENKSê serbarkir jî, ku ev binpêkirin hevdemê metirsya rêxistina DAIŞê piştî bûyerên zindana Xwêran li Hesekê tê, û di vê demê de ji QSDê tê xwestin li kiryarên çekdarên xwe vegere ê binpêkirinan rawestîne neku rêkarên ewlehiyê zêde bike û bang li hevpeymaniya Navdewletî kir ku sînorekî ji binpêkirinan re deyne û mediyekar serbest werin berdan.