Ferensa wê kesên tawanên cengî li Sûriyê encamdane siza bide

Ferensa wê kesên tawanên cengî li Sûriyê encamdane siza bide

PDK-S: Piştî welatê Elmaniya , welatê Ferensa jî biryara sizadan û dadgehkirina kesên, ku tawanên cengî li Sûriyê encam dane da.

Wezareta derve ya Ferensa di daxuyaniyekê de got , ku Ferensa wê rola xwe di sizadana kesên ku tawanên cengî li Sûriyê encam dane bibîne, û tawanbar li her cihekî bin , Ferensa wê wan siza bide.

Li gorî yasa Ferensa ji bo sizadana tawanbarên cengî derxistiye, ji mafê dadgehên Ferensa ye hemahengiyê li gel aliyên Navdewletî di vê derbarê de bike, û ew tawanbarên li ser xaka Ferensa jiyan bikin wê werne sizadan.