Berpirsiyarekî NY serdana Nûneratiya Kurdistanê ya ENKSê kir

Berpirsiyarekî NY serdana Nûneratiya Kurdistanê ya ENKSê kir

PDK-S: Berpirsiyarê doseya siyasî di şanda Netewên Yekgirtî de ji bo alîkariya Îraqê serdana nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştîmanî ya kurd li Sûriyê kir.

Roja Sêşemê 15. 02. 2022, Kiwanik Kû Coy berpirsiyarê doseya siyasî di şanda Netewên Yekgirtî de ji bo alîkariya Îraqê serdana nûneratiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê kir.

Di hevdîtina ku Kamîran Haco berpirsiyarê komîteya peywendiyên derve ya ENKSê, û Iabrahîm Biro endamê komîteya peywendiyên derve ya ENKSê behsa rewşa Sûryê bi giştî û ya kurdî bi taybetî li ser herdu astên Navdewletî û herêmî hate kirin.

Herweha endamên nûneratiya ENKS behsa kêşe û azarên penaberên Sûrî li Herêma Kurdistanê kirin, û bi taybetî di warê xwendin, xizmetguzarî, û abûriyê de , û tekezî li ser alîkariya penaberên Sûriyê yên li Herêma Kurdistanê dimînin kirin.

Di dawiya civînê de herdu aliyan tekezî li ser berdewamiya peywendiyan kirin.