Ferensa : Piroseya Siyasî li Sûriyê bûye cihê pêkenînê

Ferensa : Piroseya Siyasî li Sûriyê bûye cihê pêkenînê

PDK-S: Şandiyê Ferensî yê herdem di Netewên Yekgirtî de reşbîniya xwe ji rewşa niha ya ku welatê Sûriyê têde derbas dibe nîşan da.

Nîkola Dû Rîfîr şandiyê Ferensî yê herdem di Netewên Yekgirtî de ji rojnameya Şerq Elawset re ragehand, ku tevî hewlên Gêr Pêdirson şandiyê Navdewletî yê taybet bo Sûriyê ji bo dîtina çareseriyekê ji kirîza Sûriyê re biriya pêşiniyara pêngav bi pêngav li gorî biryara Navdewletî 2254, lê hîn jî rewşa Sûriyê xirab û aloze û reşbîniya xwe derbarî rewşa niha li Sûriyê nîşan da, û got piroseya siyasî û ya destûrî li Sûriyê bûye cihê pêkenînê.

Navbûrî serbarkir, ku bi tenê bi rêya çareseriya siyasî nek leşkerî kirîza Sûriyê çareser dibe, û piştre dûbare avakirina Sûriyê dest pê dike.