Pêdison dema lidarxistina Gera 7an ji civînên Komîta Destûrî ya Sûriyê ragihand

Pêdison dema lidarxistina Gera 7an ji civînên Komîta Destûrî ya Sûriyê ragihand

PDK-S: Şandiyê Navnetewî yê taybet ji bo Sûriyê demê gera 7an ji civînên komîta destûra Sûriyê ragehand.

Gêr Pêdirson şandiyê Navnetewî yê taybet ji bo Sûriyê di gotina xwe di rûniştina Encûmena Ewlehî de ragehand, ku gera 7an ji civînên komîta destûra Sûriyê di 21ê Adara bê de li Cenêvê were lidarxistin.

Pêdirson serbarkir jî, ku ewê bêhtir kar bike daku biryara Encûmena Ewlehî 2254 were cîbicîkirin.

Her di vê derbarê de , li Mosko wezîrê derve yê Rûsyayê Sêrgî Lavrov li gel şandiyê Navnetewî ji bo Sûriyê Gêr Pêdirson behsa hejmarek ji mijarê, girêdayê bi kirîza Sûriyê kirin, ku Sêrgî Lavrov di lêdwanên xwe de ji malperên ragihandinê yên Sûrî re, ku ew bi berdewam kar li gel aliyên giringiyê didin Sûriyê dikin, û tevî ku dewletên din hene rêgiriyê li karê Rûsyayê dikin, ew hewl didin tevgerê bikin.

Ji aliyê xwe ve Pêdirson hêvî kir, ku bûyerên Navdewletî yên vê dawiyê bandorê li babetên girîdayî bi Sûriyê neke.

Di civîna Encûmena Ewlehiyê ya bûrî de Pêdirson reşbîniya xwe daxuyakirin û ji endaman re got, ku mixabin ta niha karê wê komîtê ne li gor hêviyane, û pêwîstiya me bi piroseyeke bi berhem heye daku em karbin destûreke nû ji Sûriyê re amade bikin û li gor nerîna aliyên komîtê be.