Emerîka: Heta Esed li ser desthilatê be, em pêwendiyên xwe asayî nakin

Emerîka: Heta Esed li ser desthilatê be, em pêwendiyên xwe asayî nakin

PDK-S: Wezareta derve ya Emerîka dibêje heta Beşar Esed li ser desthilatê be , Emerîka bi tu awayekî pêwendiyên xwe bi rêjîma Sûriyê re asayî nake .

Ned Price berdevkê wezareta derve ya Emerîka ragehand heta, ku pêşketineke bê veger ber bi çareseriyeke siyasî ve çênebe welatê wî , pêwendiyên xwe bi Beşar Esed serokê rêjîma Sûriyê asayî nake .

Ev daxuyaniya wezareta derve ya Emerîka piştî wê yekê tê, jimareyek ji welatan di nav wan de Emerîka, Feransa, Birîtaniya, Elmaniya û Îtaliya di daxuyaniyeke hevbeş de redkirina xwe ya asayîkirina pêwendiyan bi rêjîma Esed re nîşan dan.

Wan welatan got piştî derbasbûna 11 salan ji kirîza Sûriyê, rewşa aborî û mirovî li Sûriyê gelekî xirab bûye û bi melyonan koçberên Sûrî yên li hindirê welat û li welatên cîran, nikarin vegerin ser ceh
û warên xwe.

Wan welatan piştevaniya xwe li proseya siyasî ya ku di bin çavdêriya Netewên Yekgirtî de, û li gorî biryara encûmena ewlehiya Navdewletî ya 2254 tê birêvebirin, nîşan dan û gotin, divê agirbest were raghandin, alîkariyên mirovî di sînor re bighin xelkê, girtî werin serbestberdan.