60 sal in, serok Mesûd Barzanî Pêşmerge ye

60 sal in, serok Mesûd Barzanî Pêşmerge ye

PDK-S: Di rojeke weke îro, di 20î Gulana 1962yan wate beriya 60 salan de, serok Mesûd Barzanî çek da ser milê xwe û bû Pêşmerge.

Jiyan û xebata serok
Serok Mesûd Barzanî di 16ê meha Tebaxa Sala 1946an de li bajarê Mehabada Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye, ku di wê salê de nemir Barzanî wek fermandarê giştî yê hêza Komara Kurdistanê li Mehabad bû, ji ber birîna welatê Sofiyat ji alîkarî û piştgiriya komarê re, tevî berevaniya komara Kurdistanê li Mehabadê, kêmtir ji salekê ji aliyê rêjîma Îranê ve hate têkbirin û hilweşandin.

Di dema ku komara Kurdistanê hate hilweşandin, nemir Mustefa Barzanî bi 500 kesî ji hevalên xwe re berê xwe dane Rûsiyê. Di heman demê de Serok Mesûd Barzanî bi kesûkarên xwe û bi 10 hezaran ji êla Barzan re berê xwe dan Iraqê, ji aliyê hikûmeta Iraqê ve ji bo Başûrê Iraqê hatin sirgunkirin.

Di 14ê Tîrmeha 1958 de piştî ku rêjîma Melekî hate rûxandin û nemir Mela Mustefa Barzanî vegeriya, hikûmeta Iraqê rê da ku vegerin devera Barzan, di wê demê de Serok Mesûd Barzanî 12 salî bû, û cara yekem bavê xwe, li wê derê û, di wê demê dît.

Dema ku vegeriyane gundên devera Barzan, bi giştî hatibûn rûxandin, piştî demeke kurt careke din rêjîma Iraqê dest bi stemkariyê di dermafê gelê Kurdistanê de kir, nemir Mela Mustefa Barzanî û Partiya Dêmokrata Kurdistanê neçar bûn sala 1961ê de, dest bi xebat, û tekoşîna şoreşgerî û kar ji bo parastina mafê gelê Kurd bikin.

Serok Mesûd Barzanî bi zimanê Erebî dest bi xwendina xwe kir, piştî salekê ji biryara Partî û Barzanî ango di sala 1962yan de, dest ji xwendinê berd salî û tevlî rêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bû, gelek agahî û zaniyarî ji pisporiya bavê xwe Barzaniyê nemir, derbarê azadî, rizgarkirina Kurdistanê, kar û xebata wî de, rakir.

Sala 1970î de Serok Mesûd bi birayê xwe Nemir Idrîs re di şanda Kurdistanê ji bo danûstandinan bi hikûmeta Iraqê li Bexdayê de beşdar kir, ku di heman salê de rêkeftina otonomiyekê ji bo Kurdistanê hate îmzekirin. Piştî nepabendbûna hikûmeta Iraqê di cîbicîkirina rêkeftinan de, dîsa xebata şoreşgerî dest pê kir û vê carê Serok Mesûd Barzanî bi bavê xwe re yekem car beşdarî di xebata çekdarî de kir û ta 1975an de ew xebat berdewam kir. Û di sala 1975an de piştî rêkeftina Cezaêrê, berê xwe da Îranê

Wek bersivekê li ser rêkeftina Cezaêrê, di 4ê meha Nîsana sala 1975an de karê siyasî dest pê kir, damezrandina Serokatiyeke demkî ji aliyê Partî ve hate ragihandin, da ku berdewamiyê bi şoreşa Êlûnê bînin, Pêşmerge derbasî Kurdistanê bû, û fermanên ku ji Nemir Mela Mustefa Barzanî derdiketin bi awayekî zindî ji Serok Mesûd ve dihat cîbicîkirin.

Ji ber nexweşiya Nemir Barzanî, bi mebesta çareseriya tendirustî, bi bavê xwe re çû Emerîkayê, li wê derê ma ta koçadawîkirina Nemir Barzanî di 1979 de. Di18/1/1979an de li bajarê Vîyina dema vedgerî Kurdistanê rastî hewleke terorkirinê ji aliyê rêjîma Sedam ve hat.

Serok Mesûd Barzanî mil bi mil bi birayê xwe Nemir Idrîs re, karê rêvebirina Partiya Dêmokrata Kurdistanê dikir, di sala 1979an de wek Serokê Partiya Dêmokrata Kurdistanê hate destnîşankirin, di 3ê kongirên giştî de wek Serokê Partî hate destnîşankirin.

Serok Mesûd ji xwendin, nivîsandin û babetên siyasî û leşkerî hez dike, herwiha mereqa wî ser lîsteka topa pê jî heye. Zimanê Kurdî bi hemû zaravên wê diaxive serbarî zimanê Erebî, Farisî û Ingilîzî. Pirtûka wî li jêr navê Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaza Kurdistanê bi zimanê Erebî heye û di her çar parçeyên Kurdistanê de hatiye belavkirin. Di vê dawiyê de Bo dîrokê belav bû.

Heşt zarokên Serok Barzanî hene, ji 20 salan ve yek ji kesayetiyên navdar di demê şer û aştiyê li Kurdistanê, û Iraqê de ye. Di hemû şerên girîng yên li dijî rêjîmên Iraqî rabûne beşdar kiriye, di her şerekî de di xêzên pêşîn de xwe didît, bi xwe fermandariya şer dikir.L, di 1987an de dema Nemir Idrîs Barzanî şehîd bûye, Serok Mesûd Barzanî li devera Badînan di şerekî de bû, bi tenê nameyek sersaxiyê şand û şer berneda. Ji ber rola wî ya giring di şerê Xiwakurk 1988an de rêjîma diktatorî neçar kir paşve biçe û vekişe.

Serok Mesûd Barzanî hizir û ramanên xwe ji rêbaza Barzaniyê Nemir û civaka Kurdî biriye û bi çand û zimanê serdemê agahdar e û dizane çawa hemahengiyê navbera sîstema cîhanî ya nû û daxwazên gelê Kurd bê ku ji mafê Kurdan were xwar bike û tevgera azadiyê ji gelê Kurd re bi rê ve dibe da ku Kurd nekevin tu têkçûnan de.

Serok Mesûd Barzanî di 12/6/2005an ji aliyê Encûmena Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê ve wek yekem Serok ji Herêma Kurdistanê re û yekem Serok di dîroka gelê Kurd de di rêya helbijartinan de hatin helbijartin.
ARK