Bêdirson dema gera 8mîn ya karê Komîta Destûra Sûriyê destnîşan kir

Bêdirson dema gera 8mîn ya karê  Komîta Destûra Sûriyê  destnîşan kir

PDK-S: Şandiyê Navdewletî yê taybet bo Sûriyê ragehand, gera nû ya civînên karê komîteya destûra Sûriyê ya nû , wê roja 28 Gulanê li Cenêvê birêve biçe .

Gêr Pêdirson şandiyê Navdewletî yê taybet bo Sûriyê piştî hevdîtina li gel wezîrê derve yê rêjîma Sûriyê Feysel Miqdad li paytexta Sûriyê, di daxuyaniyeke rojnamevanî ragehand, di civîna li gel wezêrê derve yê rêjîma Sûriyê behsa lidarxistina gera nû ya civînên komîteya destûrê hate kirin û biryare roja 28 Gulanê gera nû li Cenêvê dest pê bike, û hêvî kir ku ev gera nû erînî be .

Komîteya destûra Sûriyê ya pêşerojê roja 25 Adara borî karê gera heftemîn li Cenêvê bi dawî anî, bê ku kongirê dawî were lidarxistin .