ENKSê derbarê revandina Hemîd Merwan Îdê ji aliyê Milîsên PYDê daxuyaniyek belav kir

ENKSê derbarê  revandina Hemîd Merwan Îdê ji aliyê Milîsên PYDê daxuyaniyek belav kir

PDK-S: Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, derbarê hewla kuştina Hemîd Îdê, kurê Merwan Îdê ku serkirdeyekî partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriya, û revandina wî, daxuyaniyek ji raya giştî re belav kir, tê de banga serbestberdana wî û hemû girtî û revandiyan kir.

ENKSê di daxuyaniya xwe de weha gotiye: Hevdemê ku welatiyên kurd di rewşeke abûrî û ewlekarî xerab re derbas dibin, rêveberiya PYDê di astengkirina jiyanê, di rêya kiryarên terorî, ji revandin û geflêkirinê de, berdewam e, da ku welatî di rewşeke nearam û neseqamgîr de bijîn. Bûyerên ku bi Hemîd Merwan Îdê, endamê Yekîtî Kurdistanî -Sûriya, ku li bajarê Amûdê, roja 12ê Hizêranê, ji berdan guleyan û hewla kuştinê û revandina wî re çê bûne, belgeyek û çespandineke ku PYDê di siyaseta xwe ya tirsandinê ku dihêle Rojavayê Kurdistanê vala bibe berdewam e, ev kiryar û binpêkirin jî di demekê de tên, ji ber siyaseta PYDê şêniyên deverê ji encama rewşa abûrî ya têkçûyî dinalin.

ENKSê herweha di daxuyaniya xwe de da zanîn ku: Kiryarên tirsandinê yên ku di dermafê gelê me de têne encamdan, tu carî nabin rêgir li pêşiya kar û xebata ENKSê ya siyasî û aştiyane, ta bidestxistina danpêdenekê bi mafê gelê kurd, di çarçoveya welatekî demoqrat û pirferh tê de mafê hemû pêkhateyan parastî be, were pêkanîn.
ENKSê bang li aliyê Emerîkî, ku xwediyê hejmûna deverê ye kir ku, bi erk û berpirsiyaretiya xwe rabe, fişarekê li rêveberiya PYDê, serbarî QSDê bike da ku dest ji van kiryaran berdin, Hemîd Merwan Îdê û hemû girtî û revandiyan serbest berdin.

Di dawiya daxuyaniya xwe de ENKSê bang li gelê kurd, bi hemû alî, pêkhate û tevgerên xwe yên siyasî, civakî û mafperwerî kir ku di vê qonaxa hestiyar ya ku Sûriyê bi giştî û deverên kurdî bi teybetî tê re derbas dibin, bi yekdestî û bi hev re, van kiryarên red bikin û riswa bikin.