Serokatiya ENKSê pirsgirêkên penaberan gotûbêj kirin
PDK-S: Şandek ji nûneratiya herêma Kurdistanê ya ENKSê û yakîtiya mamosteyên Kurdistan - Sûriya hevdîtinek li gel serokatiya ENKSê li Hewlêra paytexya Herêma Kurdistanê li dar xist.
Bi amadebûna Siûd Mela serokê ENKSê û endamê desteya serokatiya ENKSê, civîn bi rê ve çû, tê de behsa pirsgirên penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li herêma Kurdistanê kirin.
Mijarên ku hatine gotûbêjkirin rewşa xwendin û fêrkirinê, rewşa kartên niştecîbûnê yan weke îqame tê naskirin, serbarî rewşa xizmetguzariyê û pirsgirêka serdanan, bi gûrgulî li ser rawestiyan.
Di dawiyê de şanda nûneratiyê û Yekîtiya Mamosteyan lîsteyek radestî serokatiya ENKSê kir, da ku bi aliyê berpirsê re wan pirsgirên çareser bikin