Serok Mesûd Barzanî bo şêniyên Rojavayê Kurdistanê: Warê xwe bi cî nehêlin

Serok Mesûd Barzanî bo şêniyên Rojavayê Kurdistanê: Warê xwe bi cî nehêlin

PDK-S: Îro 18ê Hizêrana 2022yan, serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeke Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê, ku bi serokatiya Siûd Elmela serokê ENKSê bû, kir.

Di civînê de, herdu aliyan behsa dawîn pêşhateyên siyasî li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê kir.

Li gorî Baregeha Barzanî belav kiriye: Di civînê de serok Mesûd Barzanî têbînî û şîretên xwe derbarê rewşa kurdan li Rojavayê Kurdistanê dane diyarkirin.

Tekez jî kir ku divê gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê xweragir bin, warê xwe bi cî nehêlin û jê dernekevin.