Çil Axa .. Xwecehiya Nesredîn Birhik ya ENKSê civîna xwe ya normal li dar xist
PDK-S: Xwecehiya şehîd Nesredîn Birhik ya ENKSê civîna xwe ya asayî lidarxist û têde jimarek babet derbarê rewşa deverê gotûbêjkirin .
Roja Pênşemê 30 .06 . 2022, xwecehiya şehîd Nesredîn Birhik ya ENKSê civîna xwe ya asayî bi beşdariya piraniya endamên xwecehiyê li nivîsgeha xwe li bajarokê Çil Axa lidarxist û têde behsa rewşa rêxistinî û siyasî hate kirin .
Herweha amedebûnan bi hûrgûlî behsa dawîn gefên Tirkiyê û encamdana operasyoneke leşkerî bo ser Rojavayê Kurdistanê û behaneyên ku PYDê ji Tirkiyê re dirust dike di rêya lidarxistina xwenîşandanên piştevaniyê ji PKKê re , û dawîn pêşveçûnên danûstandinên Kurdî Kurdî kirin.