PDK-Sê Raporta xwe ya Siyasî ya meha Hezêranê belav kir

PDK-Sê Raporta xwe ya Siyasî ya meha Hezêranê belav kir

PDK-S: Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê raporta xwe ya siyasî ya meha Hezêranê belav kir, û têde behsa jimareyek mijar û babetên girêdayî bi rewşa Sûriyê bi giştî û ya Rojavayê Kurdistanê bi taybetî , û rewşa Îraq û herêma Kurdistanê kiriye .

PDK-Sê di destpêka raporta xwe de ronahî xiste ser xirabûna rewşê li seranserî Sûriyê bi giştî ji hemû waran ve siyasî , abûrî , ewlehî û civakî bi sedema derengetina dîtina çareseriyek siyasî ji Sûriyê re , û nakokiyên navbera welatên zil hêz yên ku destwerdanê di Sûriyê de dikin mîna Emerîka , Rûsiya , Tirkiyê û Îran ku her aliyek li gorî berijewendiyên xwe hemahengiyê û tevgerê dike .

Herweha raporta PDK-Sê behsa lawazbûna rola opozisyona Sûriyê kir û got roj bi roj opozisyon ber bi paş ve vedgere lewma pêwîstiya wê bi dûbare rêxistinê heye û lêvegerekê di peywendiyên xwede li ser asta Navdewletî bike, bi taybet welatên ku piştevaniya wê dike .

Derbarê rewşa navçeyên kurdî li Rojavayê Kurdistanê PDK-Sê di raportê de ronahî xiste ser xrabûna rewşê bi giştî ji berdewamiya kirîzan , xirabûna rewşa xizmetguzarî , nebûna ewlehî û aramiyê bi giştî ku di dema dawiyê de piroseyên diziyê zêdebûne serbarî berdewamiya revandina zarokên jêr hijde salî û Endamên ENSKê û metirsiya ku dnava welatyên kurd drust bûye ewjî bi sedema gefên Tirkiyê û egera encamdana operasyoneke Tirkî nû li ser deverê.

Di dawiya raporta xwe de Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê behsa êş û azarên kurdan li hersê navçeyên Efrîn , Serê Kaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê yên dibin kontrola Tirkiyê û komên çekdar de kir, û got roj bi roj asta kiryar û binpêkirinên komên çekdar ji girtin , binçavkirin , desteserkirin , sepandina bacan li hersê navçeyan zêdetir dibe, ku ta roja îro ew kiryar û binpêkirin berdewamin.