Şandek ji rêxistina Duhokê ya PDK-Sê bi serokatiya Hacî Kalo serdanda malbata şehîd Şêx Henan kir

Şandek ji rêxistina Duhokê ya PDK-Sê bi serokatiya Hacî Kalo serdanda malbata şehîd Şêx Henan kir

PDk-S: Di salvegera 10 ya komkujiya de, şandek ji rêxistina Duhokê ya Partiya Demoqrata kurdistan - Sûriya, roja Sêşemê 5ê Tîrmeha 2022yan ,serdanda malbata şehîd Şêx Henan Şêx Hesen li komelgeha War City ya derdora Duhokê kir.

Şand bi serokatiya Hacî Kalo, endamê komîta navendî ya PDK-Sê û berpirsê rêxistina Duhokê, û hejmarek ji endamên komîta herêmî pêk hat.

Kalo, di serdandê de kiryarên PYDê di encamdana komkujiya di dermafê malbata Şêx Henan de li Efrîna Rojavayê Kurdistanê rawestiya, herwiha xebata malbata Şêx Nesan û rola wan di nav refên partî de ser rêbaza Barzanî behs kir.

Ji aliyê xwe ve malbata şehîd Şêx Henan tekezî li ser berdewamiya kar û xebat ser rêbaza Barzaniyê nemir û refên partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya kir.

Di 4ê Tîrmeha 2012yan, PYDê komkujiya Malbata Şêx Henan Şêx Hesen li Efrînê encam da, tê de 3 kes ji malbatê şehîd kirin, û bi dehan ji serkirde, endamên PDK-Sê binçav kirin.