Kurê Pêşewa Qazî Mihemed koça dawî kir

Kurê Pêşewa Qazî Mihemed koça dawî kir

PDK-S: Îro 10. 07. 2022, siyasetmedarê kurd Elî Qazî Mihemed kurê Pêşewa Qazî Mihemed li Elmaniya koça dawiyê kir.

Elî Qazî Mihemed Kurê Pêşewa Qazî Mihemed e.

Sala 1933yan, li Mahabada Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Dema bavê wî, rêber Qazî Mihemed Komara Kurdistanê, di sala 1946an de ragihandinye, temenê wî 13 salî bû.

Piştî komar hat hilweşandin, berê xwe da Elmaniya.

Di vê dema dawiyê de berê xwe da Herêma Kurdistanê, lê ji ber têkçûna tendirustiya wî, careke din çû Elmaniya.

Îro, li bajarê Bonê yê Elmaniya, di temenê 89 saliya xwe de koça dawiyê kir.

Li gorî jêderan: Wesiyeta wî ew e ku li Mahabadê were veşartin.