6 sal in, terorîstên DAIŞê teqîna Qamişlo encam daye

6 sal in, terorîstên DAIŞê teqîna Qamişlo encam daye

PDK-S: Beriya 6 salan di 27ê Tîrmeha 2016an de, teqînek li navenda bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê çê bû, tê de bi dehan ji welatiyên sivîl şehîd û birîndar bûn.

Teqîn li taxa Rojava (Xerbî) di rêya barhilgireke bomberêjkirî bi 18 ten ji kerestên teqîner çê bû.

Ji bilî sivîlan, ziyaneke mezin gihişt mal û mulkên şêniyên taxê. Tevî ku hatina barhilgiran bo navenda bajêr qedexe ye, lê ew barhilgir derbas bû û komkujî encam da.

Piştî teqîna terorî, Rêxistina DAIŞa terorîst berpirsiyaretiya xwe ragihand û ew yek xist stûyê xwe de.

Tevî derbasbûna 6 salan, hîn jî PYDê tu lêpirsîn û vekolîn di tawanê de nekiriye, ta niha pirs têne kirin ku çawa barhilgir karîbû çendîn rêbendên PYDê derbas bike û teqîna terorî encam bide.