Peyama Serok Barzanî ji bo heştemîn salvegera karesata komkujiya Şingalê
Peyama Serok Barzanî ji bo heştemîn salvegera karesata komkujiya Şingalê
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Îro heşt sal li ser êrîşa terorîstan ya li ser Şingalê derbasdibe. Tawana jenosayda Şingalê birîneke kûre li ser laşê gelê Kurdistanê. Li vê karesatê da xûşk û birayên me yên Êzdî ji ber sedema Kurdbûnê û ji ber ol û bîr û baweriyê ketin ber êrîşa terorîstan. Ewê tawanbarên Da'îşê li dijî xûşk û birayên me yên Êzdî encam dane berdewamiya wê zincîra karesat û tawanan bû ku bi dirêjahiya dîrokê li beranber gelê Kurdistanê hatiye encamdan.
Li bîranîna karesata komkujiya Şingalê da cihê daxê ye ji bilî hebûna rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Iraqê li ser paşeroj û birêvebirina Şingalî, hê jî rêkeftinê bi cîh kiriye û Şingal li destê komek hêz û çekdaran ku rêgirbûne li vegerandina xelk û avadankirina Şingalê. Hengava yekema kevandina û pêçandina birîna Şingalê, eweye Şingalê vegerê dest paqij û resenên wê û ew hêz û mîlîşiyayên destê wan li ser Şingalê da girtiye divê dev ji Şingalê berdin û rêkeftina Şingalê bê bi cîhkirin. Her wiha pêwîst dike rêkarên wiha bêne girtin ku êdî karesat û zulm û tawan li dijî Êzdiyan û pêkhatên wê dûbare nebin.
Li vê bîranîna diltezîn da bi bilindî bîranîna şehîdan û qurbaniyên Şingalê dikin. Heman demê de ew şehîd û Pêşmergeyên qehreman jî dikîn ku bi xwîna xwe çiyayê Şingalê parastin û abluqeya terorîstan li ser çiyayê Şingalê têkşikand û bajarê Şingalê jî ji destê terorîstan azad kir û encamê de merdane efsaneya Da'îşê têkşikand û serê terorîstên Da'îş kete jêr piyê Kurdên Êzdî.
Hezaran silav li giyanê pakê şehîdên Şingalê û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê.
Mesûd Barzanî
03.08.2022