Dêrik.. Şandeke PDK-Sê serdana mala xebatkar Ehmed Cengo kir

Dêrik.. Şandeke PDK-Sê serdana mala xebatkar Ehmed Cengo kir

PDK-S: Bi mebesta pirsîn li tendrustiyê, şandeke Partiya Demoqrata kurdistan - Sûriya PDK-Sê seredana xebatkar û kesayetiya niştîmanperwer Ehmed Silêman Cengo kir .

Şandek ji nivîsgeha PDK-Sê li Dêrikê bi serokatiya Ebid Elrehman Qasim û Hisên Silêman endamên komîta navendî ya PDK-Sê û jimaeyek ji kadir û endamên PDK-Sê pêk dihat seredana mala kesayetiya niştîmanperwer û xebatkarê kurd Ehmed Silêman Cengo li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê kir bi mebesta pirsîn li tendrostiya wî .

Xebatkar Ehmed Silêman Cengo yek ji xebatkarên dêrîn yên Partiya Demoqrata kurdistan - Sûriya PDK-Sê ye ku di xortaniya xwe de tevlî rêzên Partî bûye û ta roja îro li ser rêbaza Kurdayetî rêbaza Barzaniyê nemre.