Salyada Prof. Kinyaz Ibrahim Mîrzoyêv li Elmaniya bi rêzdarî hat bibîr anîn

Salyada Prof. Kinyaz Ibrahim Mîrzoyêv li Elmaniya bi rêzdarî hat bibîr anîn

Salyada Prof. Kinyaz Ibrahim Mîrzoyêv li Elmaniya bi rêzdarî hat bibîr anîn
Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê, bi beşdariya komela kurdî ya rewşenbîrî li Münster, roja Şemiyê 12'Tebaxa 2022'an, li bajarê Münster - Elmaniya, yekemîn salvegera koça dawî ya serokê Federasyona navneteweyî ya kurdên Sovyêta berê, Cêgirê Serokomarê Qazaxistanê û Zimanzanê Kurd Profesor Kinyaz Îbrahîm Mîrzoev bibîr anî.

Piştî rêzgirtin ji giyanê zimanzanê Kurd Profesor Kinyaz û giyanê şehîdên Kurdistanê ligel Sirûda Neteweyî Ey Reqîb, Rojnamevan Dilbrîn Şingalî, Seroka komela kurdî ya rewşenbîrî li Munster û endamê Desteya Giştî yê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Ewropayê bixêrhatina amadebûyan kir û kurtejiyana Prof. Kinyaz ji amadebûyan re xwend û piştre Nivîskar û Rojnamevan Sebrî Resûl serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Ewropa peyvek girîng pêşkêş kir û bi dirêjî behsa çavpêketina dawî ya bi Prof. Kinyaz re di 6ê Gulana 2021ê de kir, û filmek belgeyî li ser jiyana nemirê mezin hat pêşkêşkirin, û piştre jî endezyar û helbestvana kurdên Ermenîstanê Xanim Gohar Mamo gotara Federasyona Navneteweyî ya Kurdên Sovyeta berê xwwend û behsa rola nemir Prof. Kinyaz di nav kurdên Ermenîstan û Qazaxistanê kir û behsa rola Kurdên Kurdistana Sor ji bo çanda Kurdî kir.

Birêz Nader Doxati, Serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanî li Almanyayê, kurtiyek li ser rola Profesorê nemir, Serokê FNKS û cîgirê wî yê nemir Yuriya, ji bo birêxistinkirina civaka kurd li Qazaxistan, Rûsiya û Ewropayê pêşkêş kir, herwiha nameya Komelên Komkar bi amadebûna nûnerê Komeleyên Komkar birêz Mehmet Ozdemîr hat xwendin û siyasetmedarê Kurd Goman Husîn li ser girîngiya rola kurdên Kafkasiya axaftinek kurt pêşkêş kir û birêz Reşîd Efrînî bal kişand li ser girîngiya şermezarkirina peymanên dij-Kurd bi taybetî peymana Lozan ya reş, nivîskar Ebdûlazîz Qasim bal kişand li ser xebata Prof. Kinyaz ji bo piştgiriya rêferandoma serxwebûna Herêma Kurdistanê û hewlên ligel berpirsên wezareta derve ya Rûsyayê ji bo rawestandina êrîşên dagîrkeriya Tirkiyê li ser Efrîn û Serêkaniyê.

Di dawiyê de nûnertiyê pirsyarnameyek li ser amadebûyan belav kir ji bo dîtina rexne û pêşniyarên wan derbarê bîranîna Profesorê nemir û çalakiyên çandî bi giştî.