2 bira ji Kobanê li Hewlêrê di werzeşa Bezê de yekem derçûn
PDK-S: Du bira xelkê Kobanê li Hewlêrê di pêşbirkiya revê de yekem derçûn.
Herdu ciwanên bi navên Adil û Kamîran Mihemed , penaberên Kurdên Sûriyê ne û xelkê bajarê Kobanê ne , li navçeya Behrikê li Hewlêrê dimînin, roja 10 . 04. 2019, di pêşbirkiya werzişa rev û bezê de bi pileya yekem û duwem derçûn.
Adil Mihemed bi werzişa revê bi dirêjiya 1500 mitrî bi pileya yekem li ser asta Hewlêrê ç dewrûberê wê derçû.
Û birayê wî jî, Kamîran Mihemed , bi werzişa revê bi dirêjaya 800 mitrî li ser astê dibistanên Hewlêrê bi pileya duwem derçû.