Rêxistina Domîz ya PDK-Sê semînareke siyasî rêxistinî li dar xist

Rêxistina Domîz ya PDK-Sê semînareke siyasî rêxistinî li dar xist

PDK-S: Roja Înê 07 . 10. 2022, rêxistina Domîz ya Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriya PDK-Sê semînareke siyasî û rêxistinî li hola şehîd Nesredîn Birhik di ofîsa partiyê de li darxist.

Semînar ji aliyê Mihemed Elî endamê polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriya PDK-Sê û berpirsyarê rêxistina Domîz ya PDK-Sê hate bi rêvebirin, û behsa rewşa rêxistinî, xezmetgozarî, siyasî bi giştî , Navdewletî û bandora wê li ser pirsa kurdî bi giştî û rewşa kurdan li Kurdistana Sûriyê bi taybetî û helwêstên dewletên zilhêz derbarê Sûriyê de kir.

Herweha serkirdeyê PDK-Sê behsa siyasetên şaş yên PYDê û êş û azarên ku kurdên Sûriyê li ser destên PYDê dibînin kir.

Û piştevaniya xwe ji xwepêşandanên Rojhlatê Kurdistanê re da nîşan, di heman demê de, kiryarên terorî yên rêjîma Îranî li dijî gelê kurd li Rojhlatê Kurdistanî hatine şirmezarkirin.

di dawiyê de bersiva pirsên endamên beşdar hate kirin.