Itîlafa Niştîmanî daxwaza lidarxistina civîneke bilez ji Encûmena Ewlehiya Navdweletî dike

Itîlafa Niştîmanî daxwaza lidarxistina civîneke bilez ji Encûmena Ewlehiya Navdweletî dike

PDK-S: Hevpeymaniya Niştîmanî ya Hêzên Şoreş û Opozisyona Sûriyê daxuyaniyek derbarê êrîşa li ser kampa derbideran li rojavayê Idilbê belavkir, û daxwaza lidarxistina civîneke bilez ji aliyê Encûmena Ewlehî ji bo sizadana pêkînerên komkujiyan di dermafê miletê Sûriyê de kir.

Di daxuyaniyê de hat, ku rêjîma Sûriyê di şeşê vê mehê komkujiyek di dermafê derbderan de di kampên rojavayê bajarê Idilbê de encam da, Û di encamê de jî 6 sivîl şehîdbûn û 75 sivîl birîndarbûn piraniya wan jin û zarokin.

Hevpeymaniyê serbarkir, ku bê dengiya civaka Navdewletî rê dide rêxistinan tawan û binpêkirinan bêhtir di dermafê sivîlan de bikin.