Salvegera 16an ya şehîdbûna Pêşmerge Mulazim Isam Zirarî

Salvegera 16an ya şehîdbûna Pêşmerge Mulazim Isam Zirarî

PDK-S: Di rojeke weke îro de di sala 2006an de, yekem efserê kurd ji kurdên Rojavayê Kurdistana di nava hêzên pêşmerge de li Herêma Kurdistanê li ser destê rêxistina Elqa'de ya terorîst hate şehîdkirin.

Şehîd Isam Isma'îl Zirarî xelkê navçeya Çil Axa li gundewarê Dêrka Rojavayê Kurdistanê ye.

Li kolêja zansitên siyasî li zankoya Şamê dixwend.

Û ji ber heskirina wî ya mezin ji pêşmergeyên lehing û rêbaza Barzaniyê nemir re, Tevlî ekadimiya leşkerî li bajarê Zaxo yê Herêma Kurdistanê bû, û weke yekem efserê Kurd ji Rojavayê Kurdistanê bi pileya mulazim ji ekadimiyê derçû.

Di 20 Mijdar 2006an de, dema bi erkekî berê xwe dabû bajarokê Himam El'lîl ji bo beşdariyê di xuleke ast bilindkirina efserên pêşmerge de, li rojhlatê Mûslê li ser destê rêxistina Elqa'de ya terorîst hate şehîdkirin.