Bi rênemayên Mesrûr Barzanî alîkarî bi ser kempên Penaberan de hatine dabeşkirin

Bi rênemayên Mesrûr Barzanî alîkarî bi ser kempên Penaberan de hatine dabeşkirin

PDK-S: Bi rênmayên serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê , û wezareta navxoya hikûmeta Herêma Kurdistanê alîkarî bi ser tevaya kampên penaberên Rojavayê Kurdistanê de yên li Herêma Kurdistanê hatine dabeşkirin .

Rêxistina Domîz ya Partiya Demokrata Kurdistan Sûriya PDK-S ragehand, bi hemahengî li gel aliyên peywendîdar li kampa Domîz ya penaberên Rojavayê Kurdistanê ew alîkariyên, ku ji alîkariyên tendirustî , xwarin , pêwîstiyên zarokan bi ser tevaya neşteciyên kampê de wê were dabeşkirin .

Herweha rêxistina Domîz ya PDK-S got, ku helmeta dabeşkirina alîkariyan ji roja Pênşemê ve destpêkir , û heta roja Şemiyê berdewam be .