Salvegera 6an ya Şehîdbûna Xebatkar Selah Yûnis

Salvegera 6an ya Şehîdbûna Xebatkar Selah Yûnis

PDK-S: Roja Duşemê 05. 12. 2022, 6 sal li ser Şehîdbûna Xebatkar Selah Yûnis bavê Kovan derbas dibe.

Selah Yûnis ji daykbûyê gundê Til Hebeş yê gundewarê Amûdê ye sala 1968ane, xêzandarbû û bavê 5 zarokan bû , xwendina xwe ya Seretayê, Amedeyê û navendî li dibistanên Amûdê kirbû.

Sala 1987an tevlî Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya bû, endamê encûmena herêmî yê PDK-S li bajarê Amûdê bû sala 2012- 2013 beşdarî di xuleya amedekirina kadirên siysî li Herêma Kurdistnê kirbû, 5 caran li ser destê rêjîma Esed Hate girtin û cara 6an li ser destê çekdarên PYDê hate girtin, di sala 2005an de li ser destê sêxuriya rêjîma Esed hate girtin bi tumeta belavkirina nûçeyên nerast ku zirarê dighînê rêjîma Sûriyê hat girtin , ji girtîgiha şaxê Feyha yê sûxuriya rêjîmê ve hat veguhestin û piştî salekê hat serbest berdan.

Ew bi tawana belavkirina belavokên Kurdî di 6/28/2008 de ji hêla Ewlehiya Leşkerî ve hate girtin.Di 12/21/2009 de hat serbest berdan.

Ew bi tometa endambûna komeleyek siyasî û teşwîqkirina şerê mezhebî ji aliyê fermandariya polîs ve li parêzgeha Hasakê hate girtin.

Salah Yûnis di 6/14/2016 de ji aliyê çekdarên PYD ve hate girtin û 3ê mehan di girtîgehê de ma bi tawana qaçaxçîtiya xortan û hevkariya wan bo Pêşmerge. Ew serbest hate berdan piştî ku li zîndanên PYD ji çavekî kor bû, û berê xwe da Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pizîşkî li nexweşxaneyên Hawlêrê Piştî ku di girtîgehên PYDê de bi nexweşiya Penceşêrê ket.

Endamê encûmena herêmî yê Partiya Demuqata Kurdistan - Sûriya PDK-S Salah Yûnis li Herêma Kurdistanê di 5ê Sibata 2016an de jiyana xwe ji dest da.