Şandeke serokatiya ENKSê serdana Rêxistina Asûrî kir

Şandeke serokatiya ENKSê serdana Rêxistina Asûrî kir

PDK-S: Bi mebesta bihêzkirina peywendiyan, îro 5ê Çileya 2023yan, şandek ji Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, serdana baregeha Rêxistina Asûrî ya Demoqrat li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kirdistanê kir.

Di civînê de tekezî li ser rola Eniya Aştî û Azadiyê li deverê de kir, herweha her du aliyan behsa reşwa deverê bi giştî û pêşhateyên dawiyê kirin.

Şanda serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî ji Mihemed Ismaîl, Silêman Oso, Fêsel Yûsif, Fesla Yûsif û Nimet Dewûd pêk dihat, ji aliyê Gabriyêl Mûşê û endamên serkirdayetiya rêxistinê ve hatin pêşwazîkirin.