Baregehê Barzanî serexweşî li malbata Wekîl Mistefa kir

Baregehê Barzanî serexweşî li malbata Wekîl Mistefa kir

PDK-S: Bi boneya koça dawî ya nivîskar, siyasetmedar û kesê navdarê kurdê Qefqasiya, baregehê Barzanî peyameke behîdariyê belavkir .

Di peyama behîdariyê de baregehê Barzanî xemgînî bi gehiştina nûçeya oxirkirina dawî ya kesayetiya kurd Wekîl Mustefa daxuyakirin , û got ku Wekîl Mustefa kesekî Niştîman perwer bû , ku xizmeteke mezin bo gelê kurd kiriye , û ji destdana kesekî mezin mîna Wekîl Mistefa xesareteke mezine .

Herweha baregehê Barzanî bi peyama behîdariyê de serexweşî li malbat û kesûkar û dostên xudî jê razî Wekîl Mustefa kir .