Peyama Serok Barzanî li bîranîna 60 saliya hilpêkirina şoreşa mezina Eylûl
Peyama Serok Barzanî li bîranîna 60 saliya hilpêkirina şoreşa mezina Eylûl
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Şoreşa mezina Eylûl bi rêberiya cenabê Barzaniyê Nemir mezintirîn şoreşa siyasî û çekdarî û seranseriya gelê Kurdistanê bû bi navê mafên neteweyî û medeniyên gelê Kurdistanê.
Şoreşa Eylûl îrade û bawerî bi xwebûnê li mirovê Kurd vegerand û bû bingeheke bi hêz ya siyasî û fikrî û cemawerî ya xebata rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê li dijî sîtem û dagîrkeriyê.
Şoreşa Eylûl şoreşeke resen û xwemaliya Kurdistanê bû ku têda hemû çînên civaka Kurdistanî li netewe û olên cûda, li hemû navçeyên Kurdistanê bi hevre palpiştiya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bûn û ji bo yek armanca pîroz xebatê kirin. Her eve jî bû sedema wê yekê ku serwerî û dîrok û destkeftên mezin ji bo gelê Kurdistanê bê tomar kirin û li ser asta navçeyê û cîhanê deng veda Hemû ew destkeft û têkoşîn û geşbûna siyasiya li Kurdistanê da pêkhat dirêjahiya qurbanîdan û têkoşîna gedeyên gelê me ya li şoreşa Eylûlê da bû. Ji bo wê yekê wane û bihayên wê şoreşa mezin divê ji bo me hemûyan bi bilindî bimîne û bibe ronahiya rêya me ya paşerojê.
Li bîranîna şêst saliya hilpêkirina şoreşa Eylûlê da, rêz û pêzanînên min ji bo wan hemû qehreman û xebatkar û kedkaran heye ku li şoreşa Eylûlê da rola wan hebû û qurbaniyê dan, çi ewên li nav me da nemane û ewên ku hê jî li jiyanê da mane.
Li vê bîranîna pîroz da hezaran silav li giyanê pakê şehîdên şoreşa Eylûl û hemû şehîdên rêya azadiyê.
Mesûd Barzanî
11.09.2021