ENKSê daxuyaniyek belav kir û encamên civîna xwe diyar kirin

ENKSê daxuyaniyek belav kir û encamên civîna xwe diyar kirin

PDK-S: Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê civînek li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê di 17ê mehê de li dar xisti, tê de li ser hejmarek mijar û babet rawestiya nexasim karesate erdhejê yak u di 6ê mehê de rû daye.

ENKSê di vê debarê di rêya daxuyaniyekê re daye zanîn ku di despêka civîna xwe de de li ser ruhê Barzaniyê nemir û qurbaniyê ershejê xuleke bêden rawestiyn, piştre dest bi gengeşekirina hejmare babet hate kirin ew jî ev in

Yekem karesata erdhejê ya ku di serê her du gelên Turkiyê û Sûriyê de hatî di nav wan de bajarên kurdî bi taybet her du bajarê Efrîn û Cindirêsê ku bi dehê hezaran bûne qurbanî û bi dehê hezaran birîndar in, rawestiyan, û ENKSê di vê derbarê de bang li Netewên Yekgirî û hikûmetên hejmarek welatan kiriye ku bi hawara ziyandîtiyan ve biçin, her weha nûneratiya ENKSê li Herêrma Kurdsitanê û Ewropayê erkdar kiriye ku alîkariya kom bikin û bişînin bajarên Efîrn û Cindirêsê.

Herweha ENKSê spasiya Herêma Kurdistanê ku bi rasperdeya serok Mesûd Barzanî di rêya dezgeha Xêrxwaziya Barzanî şand deverê ziyandîtî bi taybet Efrînê û Cindirêsê, û şêniyên kurd bi ala Kurdisatnê pêşwaziyeke germ li dezgehê kir û weke helwêsteke netewî û pêzanîna xwe bo herêma dane diyarkirin, û mojarra karkirin û hewlên ku alîkariyan bigihîni her du taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd li Helebê li ser hatin rawestin.

ENKSê di civînê tekez kiriye ku ked û karên xwe bike da ku rola ENKSê li Efrîn û Cindirêsê ektîv bike û nivîsgehên xwe li wan deran veke, û ziyan û binpêkirinan belge bike, ku erdhejê êş û derdeseriya sûriyan bi tevayî bêtir zêde kir, nexasim ku civaka navdeswetî bêdeng e, û bag kir ku dawî bi kirîza Sûriyê li gorî 2254 were.

Li aliyekî din ji civîna ENKSê tekezî li ser yekrêziya navmala kurdî û derdeseriya gelê kurd kiriye û siyasetên PYDê yên tekalî û binçavkirina endamên ENKSê şermezar kirine û banga serbestberdana girtiyan û rawestandina binpêkirina kiriye.

Di dawiya civîna xwe de, ENKSê li ser belgenameya rêxistîn ya kongira 4an ya ENKSê pesend kiriye û endamên Emîndariya giştî hatin hilbijartin.