Ji ber kontakeke elektirîkê welatiyekî Qamişlo jiyana xwe ji dest da

Ji ber kontakeke elektirîkê welatiyekî Qamişlo jiyana xwe ji dest da

PDK-S: Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê welatiyekî sivîl di encama kontakeke elektirîkê jiyana xwe ji dest da .

Jêderên xwechî ji nav bajarê Qamişlo ragehand, ku ji ber barîna baraneke bihêz welatiyekî taxa Enteriyê rastî kontakeke elketirîkê li ser rêya taxa Mehetê hat di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Tevî belavbûna perçe vîdyoyekê têde bûyer diyar dibe lê ta niha navê kesê jiyana xwe ji dest daye nehatiye diyarkirin.