Rêxistina Duhokê ya PDK-Sê seredana hejmarek ji dezgehên Hikûmî li Akirê kir

Rêxistina Duhokê ya PDK-Sê seredana hejmarek ji dezgehên Hikûmî li Akirê kir

PDK-S: Şandek ji rêsixtina Duhokê ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê bi serokatiya berpirsê rêxistinê û endamê polîtbîroya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê Mihemed Elî Ibrahîm hejmarek seredan li Akrê li Herêma Kurdistanê encam da.

Şanda rêxistina Duhokê ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê seredana şaxê 9 yê Partiya Dmokrata Kurdistanê bi armanca pêşkêşkirina pîrozbahiyê ji diktor Mirdan Xidir ji destnîşankirina wî weku berpirsê şaxê 9.

Heweha seredana kampa Akrê kirin û ji aliyê rêvebera kampê ve hate pêşwazîkirin, behsa rewşa kampê kirin.

Herweha seredana rêveberê nivîsgeha dezgeha xêrxwazî ya Barzanî li Akrê kirin û behsa rewşa ziyandîtiyên erdhejê li Efrîn û Cindêrsê kirin.