5 sal in, Danyal Hewas şehîd e

5 sal in, Danyal Hewas şehîd e

PDK-S: Îro 5ê Tîrmeha 2021ê, 5 sal li ser şehîdbûna Pêşmergeyê Leşkerê Roj Danyal Hewas re derbas dibin.

Weke îro ji sala 2016an, Pêşmergeyê Leşkerê Roj Danyal Hewas Mehmûd di şerê rûbirûbûna Rêxistina DAIŞa terorîst li eneiya Eskê Mûsil li Herêma Kurdistanê şehîd ket, û rewanê xwe kir qurbaniya xaka Kurdistana pîroz.

Pêşmergeyê şehîd Danyal Hewas Mehmûd ji şêniyên bajarê Amûda Rojavayê Kurdistanê ye, sala 1993an ji dayik bûye, cihê xwe di nav lîwayê yekem yê Leşkerê Roj de digirt.