Nerwic... PDK-Sê beşdarî di merasîmên vejandina salvegera koçbarkirina Barzaniyê nemir de kir
PDK-S: Li ser vexwendina Partiya Demokrata Kurdistanê, şandek ji Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê beşdarî di merasîmên vejandina salvegera 44an ya koçbarkirina bavê Netewa Kurdî Mela Mustefa Barzaniyê nemir de li Oslo peytaxta Nerwicê kir.
Di merasîmên vejandinê de, hejmarek ji partiyên Kurdî û serkirde û kesayetên siyasî beşdarbûn.
Ji aliyê xweve jî Mehmûd Biro gotina Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê pêşkêşkir herweha Mustefa Cum'e serkirdeyê Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê gotina partî pêşkêşkir têde behsa kar û xebata Bavê Netewa Kurdî Mela Mustefa Baraniyê nemir kirin.