Ferensa: Siyaseta Emerîka derbarê Sûriyê ne zelal e

Ferensa: Siyaseta Emerîka derbarê Sûriyê ne zelal e

PDK-S: Wezêrê derve yê Ferensa dibêje, ku siyaseta Emerîka derbarê Sûriyê ne zelale û berjewendiya welatê Îranê dike .

Roja Înê 15. 2. 2019, wezîrê derve yê Ferensa Can Îf Ludiryan ragehand piştî biryara vekşandina hêzên Emerîkî ji Sûriyê siyaset û helwista Emrîka li Sûriyê xizmeta Îranê û berjewendiya wê di Sûriyê dike û di dema niha de siyaseta Emerîkî li Sûriyê tarIyek têde heye û ne zelal e.

Navbûrî serbarkir, ku Emerîka sizayan li ser Îranê ferz dike û tevî zanîbûna Emerîka, ku vekşana wê ji Sûriyê xizmeta Îranê dike lê Emerîka biryara vekşandina xwe ji Sûriyê ragehand .