ENKSê salvegera serhildan 12 Adarê û Roja Şehîdê Kurd vedijîne

 ENKSê salvegera serhildan 12 Adarê û Roja Şehîdê Kurd vedijîne

PDK-S: Xwecehiya rojhlatê Qamişlo ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî ENKSê salvegera serhildana 12ê Adarê û roja şehîdê Kurd vedjîne.

Di vexwendinekî de xwecehiya rojhlatê Qamişlo ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li bajaê Qamişlo bang li cemawerê kurd kirine ji bo beşdariyê di vejandina roja şehîdê kurd de bikin.

Di vexwendinê de hatiye ku roja Şemiyê 11ê Adarê demjimêr 6ê êvarê dê mûm werne vêxistin, û roja Yekşemê 12 Adarê demjimêr 11ê nîvro li filka Hilêliyê 5 xulekan rawestin û paşê berê xwe bidin goristana Qidûr bek.