Eger heye behayê 1 Dolarê Emerîkî bibe 1000 leyreya Sûrî

Eger heye behayê 1 Dolarê Emerîkî bibe 1000 leyreya Sûrî

PDK-S: Jêderên abûrî dibêjn eger heye behayê Dolarê Emerîkî li hember leyreya Sûrî bihtir bilind bibe , û di dema nihade daxwaziyek nepêşbînîkirî li ser Dolarê Emerîkî heye.

Piştî ku behayê yek Dolarî Emerîkî di çend rojên bûrî de gehişte nêzîkî 700 leyreya Sûrî , pêşbînî tê kirin ku behayê Dolarê Emerîkî li hember leyreya Sûrî bilindtir bibe , û behaê yek Dolarî bibe hezar leyreya Sûrî .

Weke jêderên abûrî didine xuyakirin ku sedema daketina behayê leyreya Sûrî ewe ku Sûriya dorpêçkiriye ,û Emerîka kar li ser hişkirina jêderên darayî yên rêjîma Sûriyê dike , û di heman demê de nakokî navbera Beşar Esed û Ramî Mexlûf li ser hêla Sîryatêl dirust bûye .