18 sal li ser terorkirina Şêx Maşûq Xiznewî derbasdibn
PDK-S: Berya 18 salan kesayetiya Olî ya navdar Şêx Meşûq Xiznewî li ser destê rêjîma Esed hate hate terorkirin .
Di 10 Gulana sala 2005an de kesayetiya Olî ya navdar Şêx Meşûq Xiznewî ji aliyê endamên Istixbaratê bi navê ewlehiya asmanî ya rêjîma Esed ve hat revandin, û di 01 Hezêrana heman salê termê wî yê pîroz li goristaneke bajarê Dêra Zorê hat dîtin û şûna îşkenciyê li ser termê wî diyarbû, ku ev yek bû cihê şermezariyê ji aliyê miletê kurd ve û piştre termê wî yê bîroz ji bo malbata wî hate radestkirin û li Qidûrbek bi xakê hate spartin.
Şêx Meşûq Xiznewî ji daykbûyê sala 1958ane, ji gundê Til M'rûf yê bi ser bajarê Qamişlo ve ye .