6 sal li ser koçadawiya Ednan Xelîl re derbas dibin
PDK-S: 6 sal li ser koçadawiya Ednan Xelîl Endamê Komîta Herêmî ya Partiya Demoqrata Kurdistan Sûriya re derbas dibin .
Ednan Xelîl di biçûkaniya xwe de tevlî partî bû û tê de xebata xwe berdewam kir ta ku cihê xwe di komîta herêmî de girt .
Ednan Xelîl xelkê gundê Kortepan yê derdora Dêrka Rojavayê Kurdistanê ye .
Di 27ê Nîsana sala 2013an ji ber nexweşiyekê li Şama patexta Sûriyê jiyana xwe ji dest da .