66 sal in Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya hatiye damezrandin

66 sal in Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya hatiye damezrandin

PDK-S: Di rojeke weke îro, di 14ê Hizêrnan 1957an, yekem partiya kurdî li ser asta Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê hat damezrandin.
Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya, yekem, partiya kurdî li Rojavayê Kurdistnê ye, ji aliyê hejmarek, rewşenbîr, ronakbîr û siyasetmedarên kurd hat damezrandin.

Damezrînenên Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya ev in:
Osman Sebrî ji kurdên Şama paytexta Sûriyê
Mihemed Elî Xoce ji bajarê Efrînê, di mala wî de li Helebê partî hat damezrandin
Dr. Mihemed Xelîl ji bajarê Efrînê
Hemîd Hec Derwîş ji bajarê Qamişlo
Hemza Niwêran ji bajarê Qamişlo
Şêx Mehmûd Îsa bi koka xwe ji bakurê Kurdistanê ye, dema partî hatiye damezarndin ew li Umrê bû
Reşîd Hemo ji bajarê Efrînê
Şewket Henan ji bajarê Efrînê
Û Dr. Nûredîn Zaza weke yekem serok ji partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya re hat hilbijartin.

Damezrandina partî piştî çenda salan ji damezrandina Partiya Demoqrata Kurdistanê li Iranê sala 1945an ya Partiya Demoqrata Kurdistanê li başûrê Kurdistanê sala 1946an de hat, û weke çespandina mafên gelê kurd û bidestxistina mafên rewa kar li ser hat kirin serbarî parastin û çespandina zimanê kurdî, lewma xebat û tekoşîn li ser armancên berevaniya di ber doza kurdî de hat kirin, tevaya çîn û tiwêjên kurd ji xwendekar, rewşenbîr, zana, karker, cotkar, û ji her nifşekê tevlî bûn, ji ber wê yekê rastî gelek astengî û rêgiriyan ji aliyê deshelatên Sûriyê, çi ji aliyê deshelatadariya yekîtiya Sûriyê – Misrê û, ku ji 1958- 1961ê berdewam kir, ku di destpêkê de hejmarek serkirdeyên partî bi tometa cudaxwziyê hat girtin, û çi jî di serdema deshelatdariya Bais de, ku pîroztirîn gav di dîroka kurdî bi tîpên zêrîn nivîsandin di sala 1973yan de li dijî piroseya kembera erebî ya rêjîma Bais, û guhertina demoxrafiya Rojavayê Kurdistanê û niştecîkirina ereban li şûna kurdan de rawestiya, di encamê de bi dehan ji serkirdeyên kurd yên partî hatin girtin û zîndanîkirin, bi dehan sal hatin zîndanîkirin wek:
Hac Dehem Mîro, Kenan Egîd, Mihemed Nezîr Mustefa, Şêx Emîn Şêx Gulîn, Xalid Meşayix, Ebdulah Mela Elî, Mihemed Fexrî û Hemîd Sîno piştî du salan hat zîndanîkirin.

Di dirêjahiya damezrandina xwe de, partiya demoqrata Kurdistan – Sûriya her dem berevanî kiriye rola wê berçav di tevgera rizgarîxwaza kurdî de heye, bi bê westan bibû piştevan ji her de şoreşên gulan û Îlûnê de di 2004an de jî di raperîna kurdan li Rojavayê Kurdistanê de jî roleke girîng dît.

Ta niha 12 kongor li dar xistine, ya dawiyê di 10ê Hizêrana 2023yan li bajarê Hewlêra Paytexta Herêma Kurdistanê bû, bi amadebûna serok Mesûd Barzanî bi rê ve çû tê de rola Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya di her du şoreşên Gulan û Îlûnê de bilind nirxand.