Navên serkirdeyên Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya

Navên serkirdeyên Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya

PDK-S: Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya, kongira xwe ya 12an ku li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, her du rojên 10-11ê Hizêrana 2023yan bi rê ve çûbû, bi dawî anî.

Îro bi fermî navên serkideyên ku hatine hilbijartin belav bûn. Navên serkirdeyên endamên Polîtbîroya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya ev in:

1- Behzad Dorsin
2- Dr. Lezgîn Fexrî
3- Besê Ebdê
4- Seîd Omer
5- Hacî Kalo
6- Kamîran Haco
7- Nafih Bîro
8- Dr. Ebdulhekîm Beşar
9- Beşar Emîn.

Endamên Komîta Navendî ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya ev in:

1- Xalid Kemal Derwîş
2- Hoşeng Semgemor
3- Hêvî Wanlî
4- Hiyam Ebdulrehman
5- Horo Osman
6- Mihemed Salih Şilaş
7- Dilovan Robarî
8- Hesen Remzî
9- Henan Sîdo
10- Salih Cemîl
11- Ebdulkerîm Mihemed
12- Hisên Silêman
13- Mihemed Şêrîn Mihemed Emîn
14- Serhan Hesen
15- Ferhad Şahîn
16- Mihemed Elî
17- Şêrgo Kenan
18- Dr. Ehmed Melek
19- Nafih Ebdulah
20- Ebdulbasit Hemo
21- Muslim Mihemed.

Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya, daxuyaniya dawîn piştî kongira xwe ya 12an bi dawî anî ji raya giştî re belav kir.

PDK-Sê di daxuyaniya xwe de weha gotiye: Di çarçoveya du rojan, di 10- 11ê Hizêrana 2023yan, kongira 12an ya Pariya Demoqrata Kurdistan - Sûriya bi rê ve çû, û li jêr van siloganan karê xwe kir:

Ji bo ektîvkirina rola partî û dezgehên wê
Ji bo ektîvkirina rola jin, xwendekar û ciwanan di partî de
Ji bo ektîvkirina rola Encûmena Niştîmanî ya Kurdî û yekbûna gotara wê
Ji bo Sûriyayeke demoqrat û pirjimar û bê hebûna terorîst, tundî û nijadperestiyê
Ji bo dabînkirina mafên gelê kurd yên rewa di welatekî yekgirtî, û jinavbirina hemû pirojeyên şofînî, û çareserkirina encamên wê û gerantîkirina mafên hemû pêkhateyan
Ji bo vegera kurdan bo warên xwe û rêgirîkirina guhertina demografî
Ji bo rawestandina binpêkirinan di hemû deverên kurdî de.

Kongir bi gotarekê ji serokê Komîta Amadekar dest pê kir, tê de bixêrhatina serok Mesûd Barzanî, û şanda pê re ji serkirdayetiya partiya bira, kir pişt re xuleke bêdeng li ser canê pakrewanên azadiyê, pakrewanên gelê kurd di serî de Barzaniyê nemir û pakrawan Nesredîn Birhik, bîranîna xebatkarên revandî Behzad Dorsin, û şehîdên malbata Şêx Nasan, li gel sirûda Ey reqîb, dest pê kir, serok Mesûd Barzanî gotareke dîrokî pêşkêş kir bandora wê ya erênî li ser endamên kongir hebû û amadebûna serok girîngiyeke mezin û hêja da kongir.
Piştî ku serok kongir bi cî hişt, komîteke rêvebir, hat damezrandin û belgenameyên kongir hatin xwendin, weke raporta siyasî, bernameya siyasî û sîstema hundirîn ya rêxistinî, ku piştî ku hatin xwendin û gotûbêjkirin, hatin pesendkirin, serbarî du komîta bo gilî û pêşnyaran û raspartinê hatin damezrandin.

Kongirê girînîgîpêdaneke berçav da rewşa siyasî li ser asta navdewlet, navnetewî, û kirîzên li deverê di serî de kirîza Sûriyê, û dîtina çareseriyên siyasî aştiyane li gorî derencamên Cinêf 1 û biryarên navdewletî, nexasim biryara 2254, di vê derbarê de kongirê tekezî li ser karê li gel Hevpeymaniya Niştîmanî ya Hêzên Şoreş û Oposizyona Sûriyê kir, û peywendî li gel hemû aliyên oposizyonê yên niştîmanî, di rêya avakirina Sûriyayeke nû li ser bingeha yekgirtî wate ne navendiya siyasî, da ku mafên hemû pêkhateyên netewî, olî, siyasî û mafên gelê kurd weke pêkhateyek sereke di welêt de li ser axa xwe ya dîrokî dijî parastî be, û gerentiya mafê wê di destûrê de li gorî peyman û belgenameyên navdewletî.

Kongirê hejmarek ji birayrên bi mebesta pêşxistina partî, kar û xebata wê standin, û serkirdayetiyeke nû ji partî re hilbijart û tekezî li ser negorên xebata partî kir, weke tekezî li ser rêbaza kurdayetiyê, rêbaza Barzaniyê nemir, û pabendbûna bi hêla pirojeya netewî Kurdistanî ya bi serokatiya serok Mesûd Barzanî, û girîngîpêdan bi danheva mala kurdî li Sûriyê, ew jî di rêya bihêzkirina rola Encûmena Niştîmanî ya Kurdî di nava gel de û ektîvkirina rola siyasî, netewî û niştîmanî di rêya ektîvkirina dezgeh û bareghên xwe û kar li ser bihêzkirina rola Eniya Aştî û Azadiyê di nava gel û aliyên niştîmanî de.

Di warê rêxistinî de kongirê tekezî li ser yekbûna partî di warê rêxistinî, hizrî û siyasî, û karê hevbeş û berdewam yê hemû endaman, ji bo pêşxistina partî û bihêzkirina kar û xebata siyasî û cemawerî kir û Mihemed Ismaîl weke sekretêrê partî hilbijart.

Di dawiyê de, serkirdayetiya nû, spasnameyek bo serok Mesûd Barzanî, û serkirdayetiya partiya bira Partiya Demoqrata Kurdistanê, li ser mêvandarî, û guhdanê li ser serkeftina karên kongir kir.