Elî Mislim: Dibe ku pirsa avakirina Destûrê 6 mehê din jî dirêj bike

Elî Mislim: Dibe ku pirsa avakirina Destûrê 6 mehê din jî dirêj bike


PDK-S: Serkirdeyekî kurdê Sûriyê derbarê komîta destorê û gera 12 ya Asîtana de axvî û got : dibe ku pirsa avakirina komîta destûrî zêdetirî 6 heyvên din dirêj bike.

Endamî komîta navendî ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya, Elî Musilm, ragehand:" ku ew bawere nakokiyên derbarê komîta destûrî de navnîşanên pirsên din yên nakokin di navbera aliyên peywendî dar de, lewma ev komît ronahiyê nebîne , eger ew nakokî çareser nebin bi rengek ji rengan, û ez jî di gel wê nerînê me, ku pirsa çareserkirina vê komîtê wê ji bo 6 mehê din ya zêdtir dirêj bibe.

Muslim herweha eşkere kir, ku çareserkirina pirsa destorê wate beropêşçûn ji bo deoseyên din mîna, veguhestina siyasî, û pirsa hilbijartinan, û azadkirina girtiyan û vegera penaberan, û dibe ku ev tişt di berjewindiya aliyên din de neyê , û ev tişt di goarên aliyên siyasî de diyar dibe dema ku pirsyar li ser pêşeroja Sûriyê û Esed tên kirin.

Endamê komîta navendî ya Partiyê , da zanîn ku nakokiyên herî mezin di navbera danûstandinên Cinêvê û Asîtana de bi serkirdayetiya Emerîka û Rûsiyê û ya herî sereke jî , pirsa rojhlatê çemê Feratê ye, û herweha rewşa Idilbê û Til Rif't, û bajarê Minbicê ye , di gel pêşeroja hebûna hêzên Îranî li Sûriyê de û çarenivîsa serê rêjîma Sûriyê ango Beşar Esed e.

Lewma gelekî zehmete dewletên bejdarbûyê komcivînên Asîtana bikarbin berdewam bin di danûstandinên xwe de bê Neteweyên Yekgirtî , ji ber dibe di navbera wan de dijberiyeke li ser qada Sûriyê rû bide, her wek çawe li Dêrazorê û Helebê rûda.