Desteya Danûnstandkar ya Sûrî ji bo piştevaniya xwendinê bangê li Ewropayê dike

Desteya Danûnstandkar ya Sûrî ji bo piştevaniya xwendinê bangê li Ewropayê dike

PDK-S: Desteya Danûstadandkar ya Sûrî banga zêdekirina alîkariyên mirovî bi taybet di warê xwendinê de li Yekîtiya Ewropî kir.

Şanda desteya danûstandkar ya sûrî bi serokatiya Bedir Camûs, û beşdarbûna Ibrahîm Biro nûnerê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî di desteya danûstandkar de, li gel Hêlên Lo Kal birêvebira bazneya karê derve yê Rojhilata Navîn û bakurê Efrîqiya di Yekîtiya Ewropî de li Biroksil paytexta Belcîka civiya.

Di civînê de, rewşa mirovî ya karesatî li Sûriyê ji aliyê şandê ve hate şirovekirin, û bang li Yekîtiya Ewropî kir, ku alîkariyên mirovî bo Sûriyê zêde bike û bi taybet di warê xwendinê de, herweha tekezî li ser rola Yekîtiya Ewropî di piştevaniya gelê Sûrî de, di rêya dîtina mîkanîzmeyeke ji bo sepandina çareseriya siyasî kir.

Û ji aliyê xwe ve jî berpirsa Ewropî tekezî li ser redkirina Yekîtiya Ewropî derbarê asayîkirina peywendiyan bi rêjîma Sûrî re kir.