Şandek bi serokatiya Dr. Ebdulhekîm Beşar pîrozbahî ji kenala ARK û radiyo Rêbaz re pêşkêş kirin

Şandek bi serokatiya Dr. Ebdulhekîm Beşar pîrozbahî ji kenala ARK û radiyo Rêbaz re pêşkêş kirin

PDK-S: Îro 5ê Tebaxa 2023yan, şandek bi serokatiya Dr. Ebdulhekîm Beşar, endamê Polîtbîroya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya serdana baregeha nû ya kenala ARKê û radiyo Rêbaz, li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê kir.

Şand bi serokatiya Dr. Ebdulhekîm Beşar, bû, û ji her yek ji Cedam Elî, Esmehan Dewûd, Şems Şerîf endamên Nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, pêk dihat.

Şand ji aliyê Xalid Elî, birêveberê giştî yê ragihandina Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya li Herêma Kurdistan hat pêşwazîkirin.

Şandê pîrozbahî pêşkêş kirin, û hêviya serkeftinê ji wan re xwest.